Li Derya Spî keleka penaberan binav bû 2020-11-12 12:54:32   NAVEND NÛÇEYAN - Li Derya Spî keleka penaberan binav bû. Di encamê de 1 jê pitik 6 kesî jiyana xwe ji dest da.   Li Derya Spî keleka penaberan binav bû. Di encamê de 1 jê pitik 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Saziya civaka sivîl a bi navê Open Arms a li Îspanyayê diyar kir ku 30 mîlan dûrî bajarê antîk Sabratha yê li Lîbyayê wan ji bo rizgarkirina penaberên di keştiyekê de operasyonek li dar xistine. Hate diyarkirin ku di dema operasyonê de keştî bûye du beş, 110 deh penaber hatine rizgarkirin, pitikek 6 mehî jî nav de 6 kes di avê de xeniqîne.   Fermandariya Ewlekariya Peravan a Îtalyan diyar kir ku balefira dewriyeyê ya Ajansa Parastina Sînoran a Ewropayê (FRONTEX) ev keştiya penaberan dîtiye û keştiya Open Armsê ji bo rizgarkirinê dest bi operasyonê kiriye.   Hate diyarkirin ku ji bo 4 penaberên rewşa wan giran ji keştiya Open Armsê ku were rizgarkirin jî kelekek hatiye şandin.