Li welatên Ewropayê jiyana xwezayî di rewşeke xeter de ye 2020-10-20 10:18:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (AEE) derbarê rewşa xwezayê ya welatên YE de raporek amade kir. Li gorî raporê li gelek herêman ji ber gemariya zêde jiyana xwezayî ketiye rewşeke xeternak û rejeya qirêjî gihaştiye ji sedî 81'an.   Ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (AEE) derbarê rewşa xwezayê ya welatên ve Yekîtiya Ewropayê (YE) de raporek amade kir. Li gorî raporê, hejmara herêmên jiyana xwezayî ku bi taybetî ji ber aktîvîteyên mirovî ketine bin metirsiyê di salên dawî de zêde bûye.   Di rapora AEE'yê de hat bibîrxistin ku di navbera salên 2007-2012'an ji sedî 77'ê qadên jiyana xwezayî yên li welatên Yekîtiya Ewropayê "di rewşeke nebaş" de bûn, lê belê ev rêje di navbera salên 2013 û 2018'an de gihîştiye ji sedî 81'an. Di raporê de hat diyar kirin ku divê li gelemperiya Ewropayê qadên xwezayî ji nû ve bê nirxandin.    Di raporê de hat ragihandin ku çandinî, bajarvanî, aktîvîteyên tûrîstîk û şahî, bikaranîna daristanan ji bo armancên demkurt û qirêjiya hewayê sedemên bingehîn ên rewşa metirsîdar a li ser qadên jiyana xwezayî ne. Di raporê de tê destnîşankirin ku gelek cûreyên sihorî û hamster ji ber zibilê di çandiniyê de tên bikaranîn kêm bûne. Her wiha tê ragihandin ku li gelek herêman ji ber germahiya zêde jiyana xwezayî ketiye rewşeke metirsîdar.   Di rapora AEE'yê de yekane daneya ku "erênî" hatiye nîşandan, qadên sît a xwezayî ye ku tên parastin. Di raporê de tê destnîşankirin ku qadên sîtê li gorî herêmên ne di vê statuyê de ne bêhtir tên parastin. Qadên sîtê yên xwezayî li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê ji sedî 18, li qadên deryayî jî ji sedî 10 ê parzemînê ye. Lê belê gelek rêxistinên hawirdorparêz dixwazin ku rêjeya qadên sîtê yên xwezayî li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê bibe ji sedî 30.   Her wiha hat ragihandin ku tevahiya yekîtiyê, ji cûreyên heywanên kovî bi rêjeya ji sedî 27 baş hatine parastin, ev rêje li gorî dema navbera salên 2007 û 2012'an bi 5 pûanî zêde bûye.