Mêrekî ji bo meaşê bavê xwe bigire salekê dayika xwe tenê hişt 2020-10-06 14:05:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misirê jinek temenê wê mezin ji aliyê kurê xwe ve salekê di odeyekê de tenê tê hiştin û kurê wê nahêle ku kes biçe serdana wê.    Li bajarê Tentayê yê Misirê mêrek ji bo meaşê bavê xwe bigire diya xwe salekê di odeyekê tenê dihêle û nahêle kes biçe serdana wê. Mêrê ku salekê derî li ser diya xwe kilît dike di heman demê de tundî li du xwişkên xwe yên dixwestin diya xwe bibînin kiriye.    Herdu xwişkan mêrê diya xwe di odeyekê de tenê hiştiye gilî kirine û li ser vê yekê ew mêr hatiye girtin.