Bersûcê kuştina jina berî 48 salan hat kuştin bi DNA'yê eşkera bû 2020-09-16 10:57:48   NAVEDNA NÛÇEYAN - Bersucê kuşitna Mîchelle Martînko ya li DYA'yê di sala 1972'yan de hat kuştin piştî 48 salan bi testa DNA'yê hat tepîtkirin.    Li Eyaleta Lowa ya DYA'yê li bajarê Cedar Rapîds di 19'ê Kanûna 1972'yan de dema ku Mîchelle Martînko li gel malbata xwe çûbû navenda dan û stendinê, ji bo hevalên xwe bibîne ji malbata xwe qetiya bû. Piştî ku Mîchelle ji mabata xwe qetiya bû li otoparka heman navenda dan û stendinê cenazeyê wê hatibû dîtin. Lêpirsîna qetilkirina Mîchelle bi salan berdewam kir û herî dawî bi testa DNA'yê kujerê wê hat tespîtkirin.    Li gorî encama testa DNA'yê Mîchelle ji aliyê xizmê cîranê xwe Jerry Lynn Burns ve hatiye qetilkirin.