Li Îranê girtiya siyasî Sakîne Perwane dest bi grevê kir 2020-09-11 17:02:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara jin a kurd Sakîne Perwane li girtîgeha Evînê, ji bo êşa malbata parêzer Ebrû Tîmtîk a li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da parve bike, dest bi greva birçibûnê kir.    Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiya siyasî a kurd Sakîne Perwane ku ji herêma Xoresanê ye 5’ê îlonê li girtîgeha Evîn a paytext Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Perwan hefteyeke di greva birçîbûnê de ye. Têkildarî grevê de tu agahiyek nehat girtin. Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Perwan ji bo êş û xemgîniya malbata parêzer Ebrû Tîmtîk a li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da parve bike, kete grevê.    Sakîne Perwan a 30 salî, 7’ê sibata 2020’ê di vegera ji başûrê Kurdistanê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin. Dadgeha Şoreş a Îranê jî di 17’ê gulanê de 5 sal cezayê girtîgehê li Sakîneyê birîbû.