Rêxistina Efûyê: Li Îranê îşkenceyên giran li çalakgeran hat kir 2020-09-02 17:50:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê piştî çalakiyên protestoyê yên par û heta niha îşkence li gelek çalakgeran hatiye kirin û cezayê giran ê girtîgehê li sedan kesan hatiye birîn.   Di mijdara 2019’an de li dijî buhakirina benzîn û mazotê li dehan bajarên Îranê çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin. Rêxistina Efûyê şahidiya bi dehan kesan kom kir. Li gorî rapora ku hatiye amadekirin zarok jî di nav de 7 hezar kes hatine binçavkirin.   Rêxistinê di rapora xwe de wiha got: "Kesên hatine destgîrkirin ji bo ku bibêjin ew endamên komên mûxalif in û têkiliya wan bi hikûmetên biyanî re hene, êşkence li wan hatiye kirin." Rêxistina Efûyê diyar kir ku têkildarî xwepêşandanan navê 500 kesan êşkere kir ên ku lêpirsîn li wan hatiye vekirin û wiha hat diyarkirin: "Cezayên girtîgehê, lêdana qemçî û darvekirinê li sedan kesan hate birîn. Îşkenceya xeniqandinê, lêdan, elektrîk, şîddeta zayendî, kişandina neynûkan hatiye kirin. Kesekî ku îşkenceya elektrîkê lê hatiye kirin."