Li dijî şer seknek femînîst: Jinên Reşik 2020-08-31 09:02:40   ENQERE - Jinên Reşik ji jinên Sirbîstanê yên li dijî şer in pêk tên. Tevî tehdîdan Jinên Reşik dest ji çalakiyên xwe bernadin û di serî de Srebnîsta, sûcên ku Sirbîstan dike qebûl nakin û dixwazin sûcdar bên cezakirin.   Yên ku barê giran yê şer dikşînin êşan dijîn jin in, li gelek deverên cîhanê jî pêşengên têkoşîna aştiyê ne. Di nav wan jinan de jinên reşik yên Sirbîstanê jî hene. Di şerê ku Sirbîstanê li dijî Yugoslavyayê bi daxwaza serxwebûnê dabû destpêkirin de nêzî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û 5 mîlyon kes ji cihê xwe hatin kirin. Di binpêkirina mafan de herî zêde jin û zarokan zirar dît. Bi sedan jin û zarok bi tecawizê re rûbirû man.   Armanca jinên reşik ew e ku gotinên netewperest û şerxwaz yên serokdewlet Slobodan Mîloşevîç protesto bikin.   Di 9’ê cotmeha 1991’ê de Jinên Reşik wek rêxistineke dij-mîlîtarîst- femînîst rêxistina xwe ava kirin û ji aliyê koma ji sê aktîvîstan pêk dihat tevgera xwe ava kirin. Yên dema Tîto de bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girtin, ev jin dayikên ku zarokên wan di şer de li dijî mîlîtarîzmê cih digirtin û aktîvîstên li dijî şer bûn.   Aktîvîstên jin ên li Qada Cumhuriyetê ya li Belgradê hatin cem hev protestoyên bêdeng kirin û cilên reş li xwe kirin, pankart vekirin berteka xwe ya li dijî şer danîn holê.   Ji 1997’an şûnde li Sirbîstanê bi rêxistinên jinan yên din yê li Sirbîstanê re têkilî ava kirin û li ser gelek mijaran semîner, konferas û perwerde pêk anîn. Li ser jin, aştî û femînîzmê ji dusedî zêdetir pirtûk weşandin. Seknek gelek zelal li dijî netewperestiyê nîşan dan.   Sê sembol   Ji dema şer heta niha di prostoyan de sê sembol hatin bikaranîn. Bedena aktîvîstan, rengê reş û bêdengî. Bedenên xwe( siyaset) ji dayikên qada Mayisê ya Arjantînê girtin. Dayikan bedenên vala nîşanê dewletê didan ji ber zarokên wan ji dest hatibûn girtin. Rengê rewş jî ji jinê spî yê başûrê Afrîkayê girtin. rejîma Apartheîd protesto kirin û bi reşikan re piştevanî dikirin.   Jinên Reşik dema ji bo aştiyê dest bi nobetên xwe kirin, ji bo nîşan bidin ku li dijî polîtîkayên şer yên hikûmeta Sirbîstanê ne dirûşmeya ‘Ne ji bo navê me’ bi kar dianîn. Dirûşmeya duyem jî ‘Hertim bê îtîatî’ bû.   Di roja me ya îro de aktîvîstên ciwan û hem jî Jinên Reşik çalakî û nobetan didomînin. Du stratejiyên jinên Reşik hene. Yekem li dijî netewpersetiya hikûmetê serî hildan û ya duyem jî bi jinên ji deverên cuda yên herêmên şer re têkilî danîne û avakirina pirê ye. Li dijî şer çalakî pêk anîne.   Jinên reşik dema  li Kosovayê şer hat despêkirin çalakiyên xwe berdewam kirin û torên navneteweyî ava kirin. Ji her derê cîhanê bi jinan re hatin cem hev. Civîneke pêk anîn.