Li Efganistanê lehî: Bi sedan kes mirin 2020-08-30 12:30:17       EFGANİSTAN-Li Efganistanê, ji ber karesatên lehiyê ku vê hefteyê rûdan zêdetirî 160 kesî jiyana xwe ji dest dan.   Li Efganistanê, ji ber karesatên lehiyê ku vê hefteyê rûdan zêdetirî 160 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî wezareta têkildarî felaketan, di serî de li bakurê welêt li 13 wîlayetan felaketên lehiyê rû dan. Tenê li wîlayeta Perwanê 1160 kesî jiyana xwe ji dest dan, 120 kes birîndar bûn û 15 kes jî winda bûn.   Rayedaran diyar kirin ku bi giştî herî kêm 160 kesî jiyana xwe ji dest dane. Karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.  Wezareta Parastinê ragihand, tevî ku bi Talîbanê re di nava şer de ne, ew tevlî karê alîkariya lezgîn dibin. NATO'yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan piştgiriyê didin artêşa Efgan, xurek, av û betanî ji mexdûran re birine.