Di encama teqîna li Beyrûdê de 154 kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-08-07 13:30:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya dawî li Beyrûdê 154 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyan 300 hezar kes bêmal man.   Teqînên ku di 4'ê tebaxê de li bendergeha Beyrûdê rû dan, xisareke mezin dan beşeke mezin a Beyrûdê. Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 154 kesî. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe, ku hîn jî gelek kes winda ne. Li gorî rayedaran nîvê Beyrûdê ji ber teqînê zerar dît û 300 hezar kes bêmal man. Tê texmînkirin ku xisara ji ber teqînê rû da ji 3 heta 5 milyar dolar e.   Li gorî agahiya wezîrê tenduristiyê nêzî 5 hezar kes birîndar bûne, ji sedî 20 birîndar jî neçar in ku li nexweşxaneyê bên dermankirin û rewşa tenduristiyê ya 120 ji wan giran e.   Tê gotin ku teqîn li depoyeke ku bi hezaran ton amonyûm nîtrat lê bûn, rû da. Piştî teqînê gel dakete qadan û hêrsa xwe nîşan da. Çalakiyên ku li dijî teqînê pêk hatî ji hêla polîsan ve bi bombeyên gazê hatin astengkirin.    Piştî teqînê kar û barê rêveberiyên siyasî bêtir ketin rojevê. Lubnan ji xwe di krîza herî giran a dîroka xwe de ye. Olîgarşiya siyasî û malî ku 30 sal in welat bi rê ve dibe û gel ji her demê bêhtir ji hev dûr ketin.   Beriya felaketa li bendergehê şêniyên Beyrûdê ji xwe li dikanan bi zorê xurek peyda dikirin û elektrîk qut dibû. Bi mehan çalakiyên protestoyî hebûn. Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Save the Chîldren li paytext Beyrûdê nîv milyon zarok ji bo bijîn têdikoşin. Li welat hema bêjin temamiya madeyên xwarinê ji derve tên kirîn. Qîmetê pereyê Lubnanê têk çûye. Ji meha îlonê ve bi rêjeya 80 ji sedî bêqîmet bûye. Enflasyon mezin dibe. Li gorî daneyên fermî yên meha hezîranê enflasyon gihîştiye 90 ji sedî.