Bi dayina pereyan hewil dan ser bûyera Razan bigirin 2020-08-06 11:56:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Eşîrîn Filistînê ji bo bûyera kuştina Razan civîn li dar xistin û ser xwîna wê bazar kirin, ta ku kesê sûcdar neyê cezakirin.   Li Filistînê kuştin, tecawiz û tundiya li ser jinan û zarokên keç her diçe zêde dibe, ji ber ku tu qanûn tune ye kesê sûcdar ceza bike ev jî dibe sedem ku sûcdar timî sûcê xwe berdewam bikin û her êrîşê jinê bikin.   Li Petunia ya Rojavayê Ramallah ya Filistînê jina ciwan a bi navê Razan Moqbel a temenê wê 24 salî bû di erebeya xwe de mirî hat dîtin. Hin çavkaniyên xwecihî anîn ziman ku mêrê pê re dergistî bû yê bi navê Ahmed Kwik ev sûc kiriye. Her wiha Berdevkê Polîsan Louay Arezikat jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesê ev sûc kiriye Ahmed Kwik e.    Di derbarê vê bûyerê de gelek eşîr li bajarê Qûdisê li hev kom bûn û bi civînekê biryar girtin ku nîv milyon heqê xwîna Razan bidin. Bi vê hêsaniyê eşîran maf û xwîna wê nirxandin û bi şertê ku malbata Ahmed Kwik nêzî deverên malbata Razan nebin. Tişta herî balkêş di vê peymanê de jî mercên aborî ya eşîra kesê sûcdar berçav girtin û hiştin ew miqdara 'Dravê xwînê' diyar bikin. Derbarê vê lihevkirinê de polîsên Filistênê tu daxuyanî nedan.