Li Afganîstanê tundiya mêr: Pozê jina pê re zewicî jê kir 2020-08-06 11:48:52   NAVENDA NÛÇEYA - Jina binavê Zerka ya 10 salin zewiciye û bê daxwaza xwe hatiye zewicandin her roj rastî şidetê tê. Herî dawî jî mêrê pê re zewicî bêvila wê jê kir, niha jî hewil dide dev ji mêrê şîdetê lê dike berde lê hêza wê têr nake.   Li Afganîstanê şideta nava malê ya li ser jinan pir zêde ye. Li gorî lêkolînên rêxstina Neteweyên Yekbûyî hat diyarkirin ku ji sedî 87 jinên Afganî rastî lêdan û êrîşê zayendî tên. Piranî xizmên wan bi asîd an jî bi kêrê êrîşî wan dikin, herî zêde jî ji bo îbretê pozê wan jêdikin. Yek ji wan jî jina Afganî ya bi navê Zerka ya 28 salî ye.    Dayika zarokekê Zerka 10 salin zewicî ye, gelek caran ji hêla mêrê pê re zewiciye rastî lêdan û îşkenceyê dihat. Hat hînbûn ku bi zora mamê xwe yê ji jinek malbata mêrê pê re zewicî hez dikir hatiye zewicandin.   Zerka ji ber tundiyê reviya mala bavê xwe da ku dev ji mêrê tundiyê lê dike berde. Piştre mêrê pêre zewicî hat mala bavê wê û bi çend gotinan bav û apê wê xapand ji bo ku carekdinê wê vegerîne malê. Dema Zerka vegeriya, wê bir nav bexçeyekê û bi kêrê bêvila wê jêkir.    Hincenta wî jî çima bê destûra wî Zerka çûye mala bavê xwe.   Bav û xizmên wê hewil dan mêrê bi wê re zewicî bikujin, lê berî ku malbata Zerka wî bikujin polîsan ew girt û xistin zîndanê.    Zerka hat tedawîkirin   Zerka bi xwe bêvila xwe derman dikir lê nedibû, paşê wêneyên Zerka bi rûyê wêyî xwîn hatin weşandin û bijîşkê bi navê Zalmay dît. Bi navgîniya platformên medya civakî bijîşkan xwe gihandinê, ew anîn Kabûlê û bê heqdest ew derman kirin. Piştî ku mercên dermankirina wê baştir bû, bijîşk Zalmay li nexweşxaneyê ew tedawî kir.    'Ez nizanim wê demê çend salî bûm'   Zerka di BBC'yê de girêdayî êrîşa ser hatî kirin nirxandin kir û anî ziman ku di temenkî biçûk de bêyî ku kes nêrîna wê bipirse ew zewicandin û wiha got: "Ez zarok bûm dema apê min ez zewicandim. Wê demê ez pir biçûk bûm, min ji zewacê tiştek nedizanî. Ez nizanim wê demê ez çend salî bûm. Nayê bîra min ger, ji xwe kesê nêrîna min jî nepirsî."   'Ez dixwazim kurê min bi min re be'   Kurê Zerka hê jî li gel malbata mêrê pêre zewici ye ji ber vê yekê Zerka xemgîniya xwe destnîşan kir û wiha anî ziman: "Ev sê heyv in min kurê xwe nedîtiye, ez jê hez dikim, ez dixwazim kurê min bi min re be." Ji ber ku nikare bi hêza xwe kurê xwe bi dest bixe, zagona herêmî jî maf nedayê ku zaroka xwe li gel xwe bigire. Dixwaze xwe ji mêrê pêre zewiciye rizgar bike lê dema dev jê berde nema kare kurê xwe bibîne ji ber vê yekê Zerka pir xemgîn e.