Li Beyrûdê teqîneke mezin pêk hat 2020-08-05 09:27:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li lîmana Beyrûdê teqîn pêk hat û di encama teqînê de 78 kesî jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar bûn jî hejmara wan gihaşt 4 hezarî. Hat diyar kirin ku nêzî 2 hezar û 750 ton amonyum nitrat teqîyaye.    Li lîmana Beyrûdê teqîn pêk hat û di encama teqînê de 78 kesî jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar bûn jî hejmara wan gihaşt 4 hezarî. Hat diyar kirin ku nêzî 2 hezar û 750 ton amonyum nitratın teqîyaye. Di teqînê de herî kêm 80 kes mirin û herî kêm 5 hezar û 250 kes jî birîndar bûn. Konseya Parastina Bilind li Beyrûdê 2 hefteya rewşa Awarte (OHAL) îlan kir    Mîşel Avn di daxuyaniya li ser hesabê Twittirê ya Serokkomariyê anî ziman ku 2 hezar û 750 ton amonyum nitrat bê ewlehî ev 6 sal in di depoyê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin.