Li Baselê operasyona qirkirina siyasî hat protestokirin 2020-05-27 11:33:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Basel a Swîsreyê endamên Meclîsa Jin a Ronahî, girtin û operasyona qirkirina siyasî ya li dijî saziyên jinan yên Amedê protesto kirin.   Di çalakiya protestoyî ya di derbarê serdegirtin û destgîr kirinan de pankartên bi nivîsa “Destûr nede şîdeta mêr” hatin hilgirtin. Heman demê, di çalakiyê de wêneyên jinên hatîn destgîrkirin hilgirtin, belavok jî belav kirin.   Di çalakiyê de ser hev diruşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.