Ji ber Vîrusa Koronayê 55 rojnamegerî jiyana xwe ji dest dan 2020-05-01 12:40:55       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Civaka Sîvîl Presse Emblème Campagne ya Cenevreyê diyar kir ku ji destpêka meha adarê heta niha ji ber Vîrusa Koronayê 55 rojnamegerî jiyana xwe ji dest dan.   Rêxistina Civaka Sîvîl Presse Emblème Campagne ya Cenevreyê diyar kir ku ji destpêka meha adarê heta niha li 23 welatan ji ber Vîrusa Koronayê herî kêm 55 rojnamegerî jiyana xwe ji dest dan.   PEC'ê diyar kir ku parastina di warê medyayê de tê nakê. Her wiha PEC'ê di daxuyaniya berî 3'yê Gulanê Roja Çapemeniyê ya Cîhanê anî ziman ku di qada çapemeniyê de gelek binpêkirina mafan pêk tên.    'Em binpêkirinê bê maf û zêde şermezar dikin'   PEC'ê anî ziman ku sîteyên înternetan tên girtin, rojnamger bi awayekî bi kêfî tên girtin û binçavkirin û divê li dijî van pêkanînan tevdîrên zagonî bên girtin.