154 hezar û 250 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-18 16:35:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 154 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha  Li Herêma Federal a Kurdistanê welatî li dijî rewşa xirab a aboriyê daketin qadan.    Li cîhanê her ku diçe bîlançoya vîrûsa koronayê bi her awayî giran dibe. Li tevahiya cîhanê heta niha 154 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî 2 milyon û 249 hezar û 693 hezar kes jî bi vîrûsa koronayê ketine. Heta niha bi giştî 570 hezar û 511 kes jî rewşa wan baş bûye.    Li Başûrê Kurdistanê 4 kesî jiyana xwe ji dest dan    Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, 7 hezar û 772 welatî ku di karantînayê de bûn, niha tenê hezar û 336 kes li 30 cihên cuda di karantînayê de mane û daxuyanî wiha dom dike: "Ji wan 504 kes li Hewlêr, 69 kes li Silêmaniyê, 745 kes li Duhokê, 18 kes li Raperînê ne. Heta niha 6 hezar û 436 welatî ji karantînayê derketine û vegeriyane malên xwe. Di nav 24 saetên dawî de jî 77 welatî ji karantînayê derketine. Di nav 24 saetên dawî de li Hewlêr 393, li Silêmaniyê 312, li Duhokê 308, li Helebce 12 bi giştî hezar û 25 test hatine kirin û ji wan hatiye tespîtkirin ku li Silêmaniyê 2 kes bi koronayê ketine. Hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihiştiye 337 kesan, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 244 kes baş bûne û niha tedawiya 89 kesan didome."   Li hemberî qedexeya derketina derve bertek!   Li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî vîrûsa koronayê qedexeya derketina dervê didome. Lê îro dikandarên Hewlêrê daketin qadan û xwestin dikanên xwe vekin û banga bi dawî kirina qedxeyê kirin. Her wiha rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn têkildarî qedexeya derketina derve û vîrûsa koronayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber rewşa xerab a hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nikare alîkariya welatiyan bike, neçarin qedexeya hatinûçûnê bi dawî bikin û ji ber ku êdî xelk nikare vê rewşê rake.    Li Îranê 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan   Her wiha li Îranê jî rewş di xeterê de ye û Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya vîrûsa koronayê eşkere kir. Bi gorî bîlançoyê di nava 24 saetan de 73 kesên din bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Heta niha bi giştî 5 hezar û 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Herwih di nava 24 saetan de hezar û 374 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Bi giştî heta niha 80 hezar û 868 kes bi vîrûsê korona ketine. Ji kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 55 hezar û 987 kes rehet bûne.