Li gorî rapora pisporên serbixê: Li Îranê 760 hezar kes nexweş ketin! 2020-04-16 15:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla pisporên serbixwe yên Navenda Lêkolînê ya Parlamenta Îranê ve lêkolînek hat amadekirin û li gorî lêkolînê li Îranê 800 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û qurbaniyan jî bi du qatî zêde ye.   Ji aliyê pisporên serbixwe yên Navenda Lêkolînê ya Parlamenta Îranê ve lêkolînek hat amadekirin. Li gorî lêkolînê hat diyar kirin ku ji bo ahengî di navbera protokolê û statîstîkan de bê çêkirin, divê kapasîteya laboratuaran û hejmara testan bê zêdekirin.   Di raporê de hate ragihandin ku hewldanên ji bo tespîtkirina nexweşan wê bike ku belavbûna nexweşiyê bê kontrolkirin. Li gorî daneyên raporê, heta niha 760 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 8 hezar û 500 ji wan jiyana xwe ji dest dane.   Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku eger tevdîrê karantînayê neyê wergirtin wê zêdeyî 30 hezar kesên din jiyana xwe ji dest bidin.