Li Çînê bi vîrûsê re cihêkariya li dijî Efrîkiyan zêde bû 2020-04-16 12:53:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê welatiyên Çînê bi mehan li gelemperiya cîhanê bûn hedefa cihêkariyê. Lê belê li Çînê jî êrişên nîjadperestiyê yên li dijî koçberên Efrîkayê zêde bûn.   Hefteyên dawî li Çînê cihêkariya li dijî koçberên Efrîkayî zêde bûye û bi rengekî komî li derveyî civakê tên hiştin. Bi hezaran welatiyên Nîjeryayê li Çînê hene. Beriya ku Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê bang li Sefîrê Bilind ê Çînî bike, Yekîtiya Efrîkayê (ÛA) diyar kiribû ku Efrîkayî dibin hedefa cihêkariyê de ye.   Tê gotin ku wê 20 welatên endamên yekîtiyê tezkereyeke hevpar amade bikin û balê bikişînin ser karantînaya hikûmeta Çînê ya li dijî Efrîkiyan û testên komî bi bîr bixînin. Tê gotin ku ne tenê welatiyên Çînî her wiha rayedarên Çînî jî cihêkariyê li koçberên Efrîkayî dikin.   Bûyera ku têkiliya navbera Çînê û welatên Efrîkayê aloz kir, testkirina bi hezaran Efrîkiyan bi rengekî komî ya li bajarê Gûangzhoû bû. Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê ya nû, di nava 4 hezar û 553 Efrîkiyan de 111 kesên bi vîrûsa Covîd-19 hatin tespîtkirin. Piştî vê tespîtkirinê li dijî gelek Efrîkiyan heqaretên nîjadperestiyê hatin kirin.   Li gorî agahiyan gelek Efrîkayî ji malên xwe hatine avêtin an jî destûrê nadin wan ku biçin kar bikin, deriyên otel û restorantan li Efrîkiyan hatine girtin. Ev mijar rêveberiya Çînê jî tengav dike. Wezareta Karên Derve ya Çînê bi daxuyaniyekê îdîayên li ser nîjadperestiyê red kir. Berdevk Zhao Lîjîan diyar kir ku gelê Çînê Efrîkiyan weke "partner" û "xwişk û bira" dibîne.   Welatên Efrîkayê ji bo Çînê partnerên girîng ên bazirganiyê ne. Bazirganiya derve ya Çîn li welatên Efrîkayê dike gihîştiye nêzî 200 milyar dolarî. Sala derbasbûyî hatibû ragihandin ku Pekînê krediyek ji 60 milyar dolarî amade kiriye ku bide 53 welatan.