'Rewşa penaberên li Yewnanîstanê di xeterê de ye' 2020-04-16 12:12:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Ewropayê ya Antî-Koronayê bi daxuyaniyekê diyar kir Covîd-19 herî zêde bandorê li ser hejaran û penaberan dike û divê tedbîr bên girtin.   Koordînasyon Antî-Koronayê ya Ewropayê ji bo bal bikişine ser rewşa penaberan daxuyaniyek da û diyar kir Covîd-19'ê herî zêde bandorê li ser penaberên ku li kampan dijîn dike.    Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Covîd-19 a ku îro gefê li hemû cîhanê dixwe, herî pir gefê li ser hejar û penaberan dixwe û bi taybetî penaberên li Yewnanîstanê.   Koordînasyona Antî-Korona ya Ewropayê ji bo penaberan çend xal rêz kirin:    "*Weke mînka Portekîzê divê mafê welatiya wekhev bidin hemû penaberên li Ewropayê lê divê demek ji bo vê neyê diyarkirin. (Hikûmeta Portekîzê heta 30'ê hezîranê ev maf daye.)   *Hemû penaber di vê pêvajoya pandemiyê de divê bikarbin ji xizmetên tenduristiyê bê pere sûd werbigirin.   *Hemû penaberên ji bo ku werin dersînorkirin li girtîgehan têne hiştin demildest divê werin berdan, sînor werin vekirin û mafê wan a rûniştinê were qebûlkirin.   *Di serî de jin û zarok divê zad û malzemeyên hijyenê bê pere bidin penaberan."