Herêma Groenland a xweser li dijî Vîrusa Koronayê bi ser ket 2020-04-13 12:26:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşên Vîrusa Koronayê yên Herêma Xweser a Groenlandê hemû baş bûn.    Herêma xweser a Danîmarkayê Groenland bû herêma destpêkê ku nexweşên bi vîrûsa koronayê bi temamî lê rehet bûn. Li gorî rayedarên xwecihî, 11 kesên ku testa wan a Kovîd-19 pozîtîf derket, rewşa wan a tenduristiyê baş bûye. Li vê herêma xweser bi rengekî fermî nexweşekî bi vîrûsê nîne.   Rayedar dibêjin ew bi biryar in ku nehêlin mirov bi vîrûsê bikevin û ji ber vê yekê jî wê sînorên herêmê girtî bimîne.   Di halê hazir de ketin û derketina li herêmê ne pêkan e. Seferên balafiran jî hatin betalkirin, keştî û motorsîkletên berfê ji bilî îstîsnayan ew jî qedexe ne.   Groenland ji dema destpêkirina pandemiyê û vir ve fikarên xwe eşkere dikir, ji ber ku bingeha tenduristiyê ya herêmê kêm e. Li gelek deverên herêmê çem jî nîne. Lewma eger vîrûs belav bibe wê bandoreke giran li herêmê bike.   Lê belê ev fikara mezin niha pêk nehat. Li girava ku serjimara wê 57 hezar kes e, 770 kesên bi guman hatin testkirin. Tenê 11 ji wan bi vîrûsê bûn û li karantînayê hatin bicihkirin. Hemû rehet bûn û vîrûs nebû sedema mirina kesî.