Li Îranê 122 kesên din bi vîrûsê mirin 2020-04-10 13:44:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê 122 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hezar û 972 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.   Li Îranê bi giştî 35 hezar 465 kes rewşa wan baş bûye û heta niha jî 4 hezar û 232 kesî ji jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Wezareta Tundistiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bîlançoya 24 saetên dawî ya vîrûsa korona eşkere kir û li gorî bîlançoyê di nava 24 saetên dawî de hezar û 972 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 68 hezar û 192 kesan.