Li cîhanê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye 2020-04-07 14:08:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora WHO'yê li cîhanê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye. Nivîskara raporê Mary Watkîns diyar kir ku welatên dewlemend têra xwe hemşîreyan perwerde nake û ji ber vê jî li welatan ev kêmasî pêk tên.   Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO), derbarê mijara hemşîreyan de raporek aşkere kir û diyar kir ku a niha li cîhanê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye.   Li gorî raporê li cîhanê 28 milyon hemşîre dixebitin û pêdivî bi 5,9 milyon hemşîreyan heye. Hat diyarkirin ku herî zêde li Efrîka, Asyaya Başûrê Rojhilat, Rojhilata Navîn û Emerîkaya Başûr pêdivî bi hemşîreyan heye.   Nivîskara raporê Mary Watkîns diyar kir ku welatên dewlemend têra xwe hemşîreyan perwerde nake û ji ber vê jî li welatan ev kêmasî pêk tên. Mary got ku “Ji sedî 80 hemşîreyan profesyonel ji bo nîvê nifûsa cîhanê dixebitin.”   Gerînendeyê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Gheybreyesûs got ku “Hemşîre bingeha pergala tendirustiyê ne. Îro gelek hemşîre li dijî Covîd-19’ê têdikoşin.”