Li malên kal û pîran a Fransayê 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-06 12:53:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê li mala kal û pîran Ehpadê heta niha 2 hezar kes mirin.   Li Ehpadê ya ku li Fransayê saziya mala kal û pîran e, ji ber koronavîrusê bîlançoyeke giran derket holê. Li bajarê Moûgînsê heta niha 31 kes mirine. Li vê derê 109 kes dimînin. Li gorî rayedaran heta niha li saziyên cihê yên EHPAD’ê 2 hezar kal û pîran jiyana xwe ji dest dane.    Li Fransayê heta niha ji ber şewba koronoyê 8 hezar û 93 kes mirine û 93 hezar û 780 kes jî nexweş ketine.