Hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine milyonek û 200 hezar derbas kir 2020-04-05 11:52:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine milyonek û 200 hezer derbas kir. Hejmara kesên ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane 60 hezar derbas kir. Kesên tedawiya wan baş derbas bû jî bûn 246 hezar û 760.   Vîrusa Koronayê (Kovid-19) a ku cara yekem li bajarê Wuhanê yê Çînî derket holê bi awayekî lez li cîhanê belav dibe. Piştî Çînê li  Îranê, Îtalyayê  û li gelek welatên Ewropayê belav bû. Di çend rojên dawî de vîrus li Emerîkayê jî bi awayekî lez belav bû.    Li ABD'ê li gor daneyên dawî 311 hezar û 637 kes bi Vîrusa Koronayê ketin. Kesên li ABD'ê ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan bû 8 hezar û 454. ABD di warê hejmara zêde ya kesên jiyana xwe ji daye de welatê sêyem e.