Li Îranê di rojekê de 3 hezar kes bi vîrûsê ketin 2020-03-28 14:17:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe û di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 76 kes bi vîrûsa korona ketine û 139 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.   Li Îranê bîlançoya vîrûsa koronayê her ku diçe giran dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 76 kes bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî heta niha li Îranê 35 hezar û 408 kes bi vîrûsa korona ketine.   Li gorî daxuyaniya hatî dayîn di 24 saetan dawî de 139 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Heta niha li Îranê bi giştî 2 hezar û 517 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heta niha 11 hezar û 679 kesên bi vîrûsa korona ketine sax bûne û şandine mal.