Ji ber xetereya koronayê NY’yê banga agirbestê kir 2020-03-24 13:51:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xeteriya şewba vîrûsa koronayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga ji bo seranserî cîhanê banga agirbestê kir.   Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga ji bo seranserî cîhanê banga agirbestê kir û got: " Cîhana me bi dijminê hevbeş vîrûsa korona (Covid- 19) re rûbirû maye ku bandorê li her kes dike bêyî cûdabûna nijad, zayend an ol û her kesê bê rehm. Di heman demê de, şerên çekdarî li seranserê cîhanê diqewimin. Ji ber vê yekê ez îro banga agirbestek tavilê li seranserê cîhanê dikim."   Hêzên Hûsî jî banga NY a rawestandina şer dipejirîne û agirbestê ragihand. Serokê Komîteya Şoreşger a “Ensar Ellah” Mihemed Elî el-Hûsî ragihand ku ew banga Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres erê dikin û ew ê aniha şerê xwe li dijî hevbendiya welatên Ereb rawestînin.   Li gorî el- Hûsî, divê dorpêça li ser beravên asmanî û deryayî were rakirin û mûçeyên karmendan bidin wan da karibin tedbîrên xwe ji bo koronayê bigirin.