NY’ê ji ber birîna avê dewleta Tirk hişyar kir 2020-03-24 10:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF, bi daxuyaniyekê, dewleta Tirk a ku li Serêkaniyeyê bi rojane nahêle ku av ji stasyona avê belav bibe, hişyar kir.   Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Neteweyên Yekbûyî hişyarî da dewleta Tirk. UNICEF, daxuyaniyek da û diyar kir ku li stasyona avê ya Elokê ku li nêzî Serêkaniyê ye, destûr nayê dayin ku av li herêmên di kontrola hêzên QSD'ê de ne belav bibe. Tê gotin ku astengkirina avê yekser ji aliyê Enqereyê ve tê kirin.   Nûnerê Sûriyeyê yê UNICEF'ê Fran Eqûîza ragihand, qutkirina avê di serî de ji bo jin û zarokan rîskeke mezin e li ser gelê herêmê. Eqûîza destnîşan kir ku ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Fran Eqûîza polîtîkaya dewleta Tirk bi tundî rexne kir û bi bîr xist ku bi vî rengî gef li jiyana mirovan tê xwarin. Nûnerê UNICEF'ê got, "Çavkaniyên avê divê ji bo destketiyên siyasî û leşkerî neyên bikaranîn."