80 welatan ji IMF’ê alîkarî xwest 2020-03-24 10:31:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrûsa koronayê her ku diçe li cîhanê dibe sedema krîzên mezin ên aboriyê. Tê diyarkirin ku wê ev krîz ji ya sala 2008-2009’an mezintir be.   Li tevahiya cîhanê vîrûsa korona bi bandor bû û her roj bi sedan mirova jiyana xwe ji dest didin û bi sedan kes jî bi virûsû dikevin. Her wiha bandorê li ser aboriya cîhanê jî dike. Heta niha hikûmetên gelek welatan daxuyanî dan û gotin wê bi giştî bi deh milyaran kes bêkar bimînin.    Tê diyarkirin ku 1,7 milyar kes di şertên karantînayê de dijîn û wê krîza aborî gelekî giran be. Li gorî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) wê krîza îsal ji krîza sala 2008’an girantir be.   Li gorî Dîrektora Giştî ya IMF’e heta niha 80 welatan daxwaza krediyê kirine. Dîrektor Krîstalîna Georgîeva diyar kir ku kapasîteya wan a krediyê bi giştî 1 trilyon dolar e û ew amade ne ku hemûyan têxin dewrê.   Krîstalîna diyar kir ku divê pêşaniya tevdîran bidin pêşîlêgirtina vîrusa Covîd-19’ê û divê pergalên tendirustiyê werin xurtkirin.