Xebatkarên tenduristiyê: Ji malê dernekeve 2020-03-19 13:43:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên tenduristiyê yên li çar aliyê cîhanê bi Vîrusa Korona re têdikoşin gotin:”Em ji bo we li vir dimînin hûn jî ji bo me ji malên xwe dernekevin.   Xebatkarên tenduristiyê derbarê Virûsa Korona ya ku li her derê cîhanê belav bûye de banga hestiyariyê kirin. Xebatkarên tenduristiyê bang kirin ku bila kes ji malên xwe dernekevin û gotin:” Em ji bo we li vir dimînin hûn jî ji bo me ji malên xwe dernekevin.”   Ev banga ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên li çar aliyên cîhanê hat kirin.