Li Îranê 54 hezar girtî ji ber vîrûsa korona hatin berdan 2020-03-04 13:32:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê ji tirsa belavbûna vîrûsê, 54 hezar girtiyên di zindanan de bi awayek demkî azad kirin. Beriya hefteyekê hate gotin ku çalakvana jin Nazenîn Ratkilefê welatiya Brîtanyayê ye  jî bi vîrûsa koronayê ketiye û Îran rê nade test were kirin.    Vîrûsa korona ya ku destpêkê li Çînê belavbûyî, her ku diçe li welatên din yên cîhanê jî belav dibe. Bi taybet li Îranê roj bi roj vîrûs belav dibe. Berdevkê Rejîma Dadweriya Îranê Xulam Hisên Îsamîl bi daxuyaniyek çapemeniyê da zanîn 54 hezar girtiyên di zindanan de bi awayek demkî azad kirine. Xulam, da zanîn ku Brîtanyayê ji wan xwestiye çalakvana jin Nazenîn Ratkilêf jî azad bikin.   Li ser vê yekê balyozê Îran yê li Brîtanyayê jî got ku dibe 7’ê adarê Nazenîn were azad kirin. Hêjayî gotinê ye beriya hefteyekê hate gotin ku Nazenîn jî bi vîrûsa koronayê ketiye û Îran rê nade test were kirin. Nazenîn Zaxerî ku bi eslê xwe Îranî ye, diheman demê de welatiya Brîtanyayê ye. Nazenîn Zaxerî 3 sal in li Îranê girtiye.   Heta niha, bi giştî li Îranê 77 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.