NY: Li Îranê binpêkirinên mafê mirovan dewam dikin 2020-02-18 11:04:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Neteweyên Yekbuyî ya derbarê binpêkirinên mafê mirovan yên li Îranê zextên li ser rojnameger, çalakvanên civaka sivîl û jinan dewam dikin.   Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh di derbarê rewşa mafê mirovan a li Îranê de raporek aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku li Îranê cezayê darvekirinê ji bo zarokan dewam dike û cezayê dem dirêj li parêzvanên mafê mirovan tê birîn. Her wiha hate gotin ku zextên li ser rojnameger û çalakvanên civaka sivîl jî dewam dike.   Di dewama raporê de wiha hate gotin: “Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbuyî, îşkence, binçavkirina derveyî yasa, zextên li ser jinan û civaka sivîl li Îranê piştrast kiriye. Hinek rojnamegerên hatine girtin jî di zindanan de nayên derman kirin.”