Jin di 14'ê Sibatê de li dijî tundiyê radibin ser piyan 2020-02-13 11:13:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava salekê de li tevahiya cîhanê zêdeyê milyareke jin bi tundiyê re rûbirû mane.Jinên ku li hemberî vê tundiyê naxwazin pasîf bimînin, bi Kampanyaya One Bîllîon Rîsîng (Milyarek radibin ser piyan) bang li jinan kirin ku 14'ê Sibatê rabin ser piyan.   Li gelemperiya cîhanê her ji 3 jinan yek bi tundî, zexta biherebûnê, destavêtin û kiryarên xerab re rûbirû dimîne. Ji sê jinan yek jî tê wateya ku di salekê de milyareke jin bi tundiyê re rûbirû maye. Jinan îsal bi minasebeta 14'ê Sibatê bi Kampanya  One Bîllîon Rîsîng (OBR) ragihand ku wê li tevahiya cîhanê bi milyareke jin re rabin ser piyan û bêjin "Êdî bes e! Bila dawî li tundiyê bê anîn."