4 meh in gelê Lubnanê li ser piyan e 2020-02-12 10:03:49   NAVENDA NÛÇEYAN - 4 meh in li Lubnanê raperîna civakî heye û di encamê de hikûmet hilweşiya. Raperîna ku di meha cotmehê de dest pê kiribû heta niha îro jî didomin.   Li Lubnanê çar meh in li dijî çîna siyasî raperîna civakî heye. Di encama raperînê de hikûmet hilweşiya. Hikûmeta nû di 11'ê sibatê de dengê pêbaweriyê wergirt. Protesto dewam dikin. Parlamentoya Lubnanê dengê pêbaweriyê da hikûmeta Hasan Dîab. Rûniştina li ser mijarê bi nîqaş bû. Di encama rûniştina ji 8 saetan, 63 ji 84 parlamenterên amade, dengê pêbaweriyê da desteya nû ya hikûmetê. 20 parlamenteran dengê dijber bi kar anîn û yek jî bêalî ma.   Di dema dengdanê de li kolanan xwepêşandanên şermezarkirinê hebûn. Çalakgeran hewl dan ku pêşî li pêkhatina rûniştina parlamentê bigirin. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û TOMA'yan mudaxaleyê xwepêşandanan kir. Li paytext Beyrûdê xwepêşandanên protestoyî danê sibehê dest pê kiribûn. Çalakgeran nerazîbûn nîşan dan ku desteya nû ya hikumetê bersivê nade daxwazên tevgera civakî.   370 kes birîndar bûn   Li gorî Xaça Sor a Lubnanê di şer de yê dema xwepêşandanê zêdeyî 370 kes birîndar bûn. Tevî destwerdana giran jî çalakger li ber parlamentê li hev kom bûn. Li gorî medya herêmî, çalakgeran hêk avêtin yek ji wezîran û dirûşma "îstifa îstifa" qîriyan. Tevgera protesto dixwaze, hikûmetek ji teknokratên serbixwe bê avakirin. Desteya heyî ya wezîran di encama bazareke bi hefteyan a navbera partiyan ava bû. Li parlamentê Hîzbûllah a alîgirê Îranê û hevalbendên wê serdest e, lewma desteya hikûmetê jî bû yekalî.   Nerazîbûn gel didomin   Çalakiyên şermezarkirinê yên li Lubnanê meha cotmehê dest pê kirin. Piştî ku bac li ser WhatsAppê hate ferzkirin, êdî sebra xwepêşandêran fûriya. Hikumetê destpêkê hewl da bi rêya tundiyê bitepisîne, lê nekarî dengê xwepêşandêran bibire. Di encama çalakiyan de ku 17'ê cotmehê dest pê kirin, Serokwezîr neçar ma ku di 29'ê cotmehê de îstifa bike. Di dawiya meha kanûnê de Hasan Dîab weke serokwezîrê nû hate destnîşankirin, lê belê vê yekê nerazîbûn kêm nekir. Hasan soz da ku wê hikûmetek ji teknokratên serbixwe ava bike, lê belê çalakgeran diyar kirin ku Hasan ji çîna siyasî ya nelirê tê, lewma nerazîbûna xwe dewam kirin.   Deyne welat gihaşt 90 milyar dolarî   Nebaşbûna mercên jiyanê, astengiyên ku bankayan li pêşiya kişandina pereyan danî, nerazîbûna li Lubnanê zêde kir. Deynê welat gihaşt 90 milyar dolarî. Ev yek jî 150 ji sedî ji hatineya milî zêdetir e. Bankaya Cîhanê di meha Mijdarê de daxuyaniyek weşand û hişyarî da ku rêjeya xizaniyê dibe ku bigihêje 50 ji sedî yê nifûsê. Dewlemendiya welat jî di destê hindikahiyeke biçûk de ye. Heft milyarder xwedî 13.3 milyar sermayeyê ne. Ev yek jî bi deh qatî ji hatineya 50 ji sedî yê nifûsa ku hatineya xwe di asta navîn de ye. Karên nelirê yên li nava siyasetmedaran û karmendên dewletê êdî belav bûne. Ji ber vê yekê jî çalakger dixwazin hikûmetek ji teknokratên serbixwe bê avakirin. (ANF)