Amnesty International: Li Iraqê 600 kes hatin kuştin 2020-01-25 15:25:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta niha di xwepêşandanên Iraqê de 600 kes hatin kuştin û kesên di binçavan de jî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin.    Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) raporek li ser rewşa xwepêşandanên li Iraqê aşkera kir. Di raportê de tê gotin ji roja destpêkê ya xwepêşandanê  heta niha 600 kes hatine kuştin. Amnesty’ê diyar kir ku tenê hefteya borî de 12 bûyerên kuştinê çêbûne.   Di rapora Rêxistina Efûya Navnetewî de wiha hat got: "Bi awayek raste rast gule di berdin xwepêşandêran. Hêzên ewlekariyê dijî xwepêşandanên aştiyane tund û tujiyê bikartîne. Bi taybet li Bexda û Başûrê Iraqê ev yek tê dîtin. Her wiha hîn jî xwepêşandêr têne girtin, tirsandin. Di navbera 20 û 22’yê çileyê de herî kêm 10 xwepêşandêr li Bexda, Besre, Kerbela û Diyalayê hatin kuştin. Bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Gelek kes di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû mane."