Li Şîliyê bi hezaran jin daketin qadan: Tecawizkar tu yî! 2019-12-05 16:19:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Şîliyê Santiagoyê bi hezaran jin li stadyumê kom bûn û êrîşa li hemberî jinê şermezar kirin û bi hev re gotin: "Tecawizkar tu yî."   Ji hêla kolektîfa femînist LasTesîsê ve bi dirûşma "Tecawizkar tu yî" çalakiyek li stadyumê pêk anîn şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin. Çalakvan bi rêya medyaya civakî banga tevlîbûna çalakiyê kiribûn. Bi hezaran jin cilên rex li xwekirin, çavên xwe bi pacikên reş girêdan û fularên sor girtin destê xwe û li stuyê xwe girêdan û dest bi çalakiya xwe kirin.    Di çalakiyê de jinan dirûşmên wekî "Dewleta êrişkar", "Ên xeletiyê dike ne ez im, tû yî", "Pirsgirêk ne cilê min e" û "Tecawizkar tu yî" di qada çalakiyê berz kirin. Tê texminkirin ku 4 an jî 6 hezar jin li qadê kom bûn çalakî li dar xistin.    Li Şîliyê nêzî 6 meh in krîzeke civakî heye û welatî wekheviya civakî daxwaz dikin. Ji bo daxwaz bên qebûlkirin di nav çalakiyan de nin. Heta niha di çalakiyan de herî kêm 23 kes jiyana xwe ji dest da û 5 hezar kes jî birîndar bûn.    Her wiha li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Latîn Amerîkayê bi giştî sala borî 2 hezar û 500 jin hatin qetilkirin.