Li Fransayê ji ber grevê jiyan rawestiya 2019-12-05 12:41:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî reforma teqawitbûnê li Fransayê di gelek waran de grev hatin destpêkirin.    Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê di gelek waran de grev dest pê kirin. Li dijî reforma teqawitbûnê bi banga gelek sendîkayan roja pêşîn a grevê hat destpêkirin. SNCF a ku saziya trênê ye vê sibehê 90 ji sedê seferên trênê da sekinandin.   Li herêma Parîsê jî seferên RATP’ê jî hema bibêje hat sekinandin. Ji xeynî du xetan hemû xetên metroyê hatine sekinandin. Ji ber greva di warê veguhêziyê de li herêma Parîsê bi qasî 130 kîlometre wesayît ketin rêzê. Li gelek bajaran jî çalakgeran rê bloke kirin.   Di warê perwerdehiyê de jî grev hatin destpêkirin. Ji sedî 55 dibistan hatin vekirin, ev rêje li herêma Parîsê bû ji sedî 78. Saziyên enerjiyê, îtfaiyevan, mamoste, serwîsên komkirina çopê, nexweşxane, parêzer û polîs jî ketin grevê. Şîrketên balefiran jî ji sedî 20 seferên xwe betal kirin. Gelek rojname ji ber grevê nehatin çapkirin û radyoyan jî weşanên xwe dan sekinandin.    Tê payîn ku di nava rojê de li 250 deran çalakî werin lidarxistin.  Hikûmeta Fransayê dixwaze rejîma taybet a teqawitbûnê ya ku 42 astên wê hene, bike pergalek bi tenê. Gelek pîşekar dikevin fikaran ku wê avantajên wan ên teqawitbûnê ji destê wan derkeve.