Li Morîtanyayê tekneya penbaberan binav bû 2019-12-05 10:20:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî, peravê Morîtanyayê di encama binavbûna tekneya penaberan de 57 kesên ku di nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan.   Tekneyeke penaberan ku ji welatê Gambiya ê Rojavahyê Afrîkayê di meha Mijdarê e bi rê ketibû, li nêzî peravê Morîtanyayê binav bû.  Di encama binavbûna tekneyê de 57 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat diyarkirin ku tekne ji ber sotemeniyê dema ku nêzî peravê Morîtanyayê bûye binav bûye.    Morîtanya rêya ku penaberên Afrîkayî xwe jê digihînin ewropa yê ye.