46 rêxistinên sivîl bang li Îranê kirin ku dawî li şîdetê bîne 2019-12-04 12:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - 46 rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û cîhanê banga berdana xwepêşanderên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kirin û gotin: "Dawî li şîdeta li dijî xwepêşanderan bînin."   46 rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û cîhanê têkildarî zextên rejîma Îranê yên li piştî xwepêşandanan li ser welatiyan û xwepêşandanan tên kirin peyamek weşandin.  Di peyamê de bang li rejîma Îranê tê kirin ku dawî li zextên xwe yên li ser welatiyan bîne.   Di peyamê de bal kişandin ser bi xwepêşandanên 15'ê Mijdarê ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatî û wiha hat diyarkirin: "Bi destpêkirina nerazîbûnên civakê re roj bi roj asta şîdetê, binçavkirin û kuştina welatiyan zêdetir bû. Bi taybet ku Rêberê Îranê Xamneyî glûpa kesk ji bo çewasandina xwepêşanderan pê xist. Di vê rewşa metirsîdar de, em weke rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan bang li dewleta Îranê dikin.   Di demek zû de, xwepêşander û çalakgerên ji ber sedema xwepêşandana hatine girtin, werin berdan. Rêz ji çalakiyên aştiyane û çalakiyên azad ên di çarçoveya yasayên Neteweyên Yekbûyî û mafên mirovan were girtin.   * Di demildest çewisandina xwepêşanderan dawî lê were ku hêzên ewlehiyê li hember xwepêşandanan dike.   * Daxwazê dikin ku kesên ku destê wan di kuştina xwepêşanderan re heye, bi awayek dadperwerî û eşkere werin dadgehkirin û cezakirin.   * Divê destê hemû welatiyan bigihî înternetê. Rê ji bo peywendiyên di navbera xelkê Îranê û derdorê were dayîn. Astengiyên li ber gerandina azad a di nava înternetê were rakirin."