Amnesty: 208 xwepêşander ji aliyê Îranê ve hatine kuştin 2019-12-03 10:55:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 161 kesî jiyana xwe ji dest dane.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) têkildarî hejmara kesên ku di xwepêndanên meha mijdarê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatin kuştin agahiyên nû parve kir. Li gorî rapora nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di xwepêşandanan de 208 kes hatine kuştin û tê gotin ku ev agahî çavkaniyên pê bawerin hatine girtin. Her wiha tê diyar kirin ku hejmara kuştiyan ji vê zêdetire.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî eşkere kiriye ku gef li ximzên qurbaniyan hatiye xwarin ku ji çapemeniyê re neaxivin, taziyê ji bo wan nedanin û bi merasînên oxirkirinê nekin. Li gorî raporê hêzên dewleta Îranê ji bo dayîna cenazeyan ji malbatanên qurbaniyan daxweza pereyek zêde kirine ku neçar dikin ku pereyan bidin.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku li gorî lêkolînkirina dîmen û wêneyan piştrast bûye ku hêzên dewletê bi çekên şer xwepêşanderên sivîl (yên bêçek) hedef girtîne.   Rêbere Beşa Lêkolînê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîna yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Fîlîp Lutir jî ragihandiye: "Piştrabûna ji hefteyê kêmkirin kuştina 208 kesan nîşaneya vê yekê ku zextên hovane yên hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser xwepêşanderan û bêgirîngîdana giyana mirovan ji aliyê desthilata Îranê ve îspat dike. Divê rayedarên Îranê, li beramber kiryarên xwe bersivê bidin."   Fîlîp Lutir bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Îranê neçar bike ku bersivdar be, ji ber ku rê nade lêkolînên serbixwe û bêalî li ser rewşa encama xwepêşandana were kirn.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya berî vê de eşkere kiribû ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 161 kes hatine kuştin.