NY: Hejmara kesên mecbûr man malên xwe terk bikin 160 hezar in 2019-10-14 21:33:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY'ê  Stephane Dujarric da zanîn ku ji ber operasyonên li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hejmara kesên mecbûr man malên xwe terk bikin 160 hezar in.   Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  Stephane Dujarric da zanîn ku ji ber operasyonên li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hejmara kesên mecbûr man malên xwe terk bikin 160 hezar in.   Di daxuyaniya li ser sîteya înternetê ya NY'ê hat parvekirin wiha hat gotin:"Sekreterê Giştî  (Antonio Guterres) ji ber pêşketinên leşkerî yên dibin sedema mirin û birîndarbûna gelek sîvîlî û koçberiya 160 hezar kesî di nava fikaran de ye."