Îro Êlekzer û hawîrdorparêz dê li kuçeyan bin 2019-09-21 12:28:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di serî de Parîsê li tevahiya welat Êlek Zer û hawîrdorparêz dê li kuçeyan bin.   Êlek Zer xwe hazir dikin ku cara 45'an jî li kuçeyan bin. Hin ji komên Êlek Zeran bang kirin ku li Parîsê kom bibin. Rayedaran gelek stestyonên metroyê girtin. Li geleke qadan çalakî hatin qedexekirin. Hin koman bang kir ku bi hawîrdorparêzan re hevkar bin. Vê jî kir ku rayedar bitirsin ku têkoşînên ji qadên cihê wê bibin yek. Ji berê sibehê ve li Parîsê Êlek Zer komî ser hev dibin.   Hawîrdorparêz bi navê ''Meşa avûhewayê û dada civakî'' saet 13.00'an wê li Parîsê komî ser hev bibin. Organîzator li bendê ne ku gelek kes tevlî bibin. Înê ji bo avhewayê, bi çarçoweya greva global li Parîsê bi kêmanî 10 hezar kes meşiyabûn.   Bi çarçoweya Roja Mîratê hincet hate nîşandan ku di çalakiyên Êlek Zeran de wê bûyer çêbibin, wê deriyê gelek avaniyan girtî bimînin. Di nav van de Wezareta Dadê û Wezareta Çandiniyê jî hene. Midûriyeta Ewlehiya Parîsê jî îsal wê girtî bimîne. Sendîkaya Karkeran FO jî liş dijî pêşnûmeya reforma malnişînbûnê bang kir ku derkevin kuçeyan.