Li Îranê karker û mamoste daketin qadan 2019-09-01 15:36:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji ber rewşa xerab a jiyanê mamoste û karker li dijî siyaseta dewletê daketin qadan.   Li Îranê her ku diçe di warê jiyanê de rewş giran dibe. Li diijî siyaseta dewletê û daxwazkirina mafên xwe îro mamosta û karkerên Îranê daketin qadan û meşek li dar xistin. Mamosta heta li ber deriyê Parlamentoya Îranê ve çûn û daxwazên xwe anîn ziman.   Li başûrê Îranê jî gelek karker li hemberî nedayîna heqdestên xwe li qadan bûn. Di vê çarçoveyê de duh li Rojhilatê Kurdistanê jî rûniştvanên bajarê Eywan a ser bi parêzgeha Îlam ji bo nerazîbûna li hemberî destûrdayîna karkirina kanzaya ku dibe sedema têkdana xwezaya herêmê li ber avahiya Walîtiya Îlamê çalakiya nerazîbûnê li dar xistin.