Li Sûdanê ji ber lehiyê 7 kes jiyana xwe ji dest da 2019-08-14 09:37:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de herî kêm 7 kes jiyana xwe ji dest da.   Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê SÛNA, li eyaleta El Cezîre ku li başûrê rojava yê paytexta Hartûmê ye ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 kes birîndar bûn.   Hat ragihandin ku lehiyê bandor li 10 gundan kiriye û li hin taxên paytexta Hartûmê jî bi sedan xanî hilweşiya ne. Tê gotin ku li gelemperiya Sûdanê bi hezaran xanî ji ber lehiyê hilweşiyane.   Hefteya derbasbûyî li herêma El Cezîre û Darfûrê herî kêm 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û lehiyê bandor li hezaran mirovî kiribû.