Hezar û 400 gotarên zanîstî hatine redkirin 2019-07-29 11:15:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bloga bi navê Retraction Watch ku ji bo şopandina gotarên zanistî ava bûye, her sal hezar û 400 gotarên zanistî ji ber ku ne li gorî krîterane tên redkirin û her wiha gotar bi lêkolînên xeyalî tên amadekirin.   Li Lozanê bi tevlîbûna rojnameger û pisporan konferansek li ser qada zanyarî û teknîkê hat lidarxistin. Di konferansê endamê Retrachtion Watch pispor Ivan Oransky bal kişand ser pêşketina qada zanîstî û teknîkê. Ivan Oransky da zanîn ku bi saya pêşketina teknolojiyê kêmasiyên di gotarên zanistî de bi hêsanî tên tespîtkirin.   Ivan, diyar kir ku di sala 2000'î de hejmara gotarên ku hatin redkirin derdora 40 gotarî bû, lê di sala 2016'an de bû hezar û 600 gotar ku nehatin pejirandin. Ivan, da zanîn ku balkêş e ku li gel zêdebûna hejmara gotaran her wiha hejmara gotarên ku nayên pejirandin jî zêde ye. Ivan, bi taybetî bal kişand ser kêmasiyên ku di gotarên zanistî de tên kirin û anî ziman, bi giranî krîterên zanistî ji nedîtî ve tên û gotar bi lêkolînên xeyalî tên amadekirin.   Li gorî Ivan Oransky yek ji pirsgirêkên herî girîng jî ew e ku gotarên nayên pejirandin hîn jî dikarin bên peydakirin û got, divê ev gotar li ti deverê neyên weşandin an jî agahî bên parvekirin ku gotar nehatiye pejirandin.