3 meh in qet zarokên keç nehatine dinê: Hikûmetê lêpirsîn da destpêkirin 2019-07-23 14:19:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 132 gundên herêma bakur a Hindistanê 3 meh in qet zarokên keç nehatine dinê. Hikûmet ji bo ku kurtaja li gorî zayendê tê kirin lêkolîn bike lêpirsîn da destpêkirin.     Li gorî nûçeya ku di Independentê de hat weşandin, li herêma Uttarkashîyê rayedaran diyar kir ku hejmara zayînê ya pêk hatiye hişyariyê dide.  Ji bo ku zarokên keç neyên dine jî hat diyarkirin ku pêvajoyeke kurtajê hatiye destpêkirin. Li herêmê 132 gund wekî 'qada sor' hatin îlankirin û biryar hat dayîn ku daneyên herêmî bên lêkolînkirin û peywirdarên tendirustiyê xebatên xwe leztir bikin.  Hat ragihandin ku kesên li gorî zayenda pitikan kurtajê dikin dema wan tespît bikin jî wê ceza bikin.    Hîndîstanê di sala 1994'an de kurtaja bijartî ya ku ji bo zarokên keç tê kirin qedexwe kiribû. Lê ev li ber tişta tê kirin nebû asteng.