Dê alîkariya zad bidin Yemenê 2019-07-19 09:14:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku li ser mijara ku alîkariya mirovî ya zad dê bigiheje Yemenê û bi milîsên Hûsî re peymanek hat danîn.    Li Yemenê ji 30 mîlyon nifûsê nêzî 10 milyon jê zad peyda nake. Di 20'ê hezîranê de zadên li ser wan qadan qut bibû. Dîrektorê Giştî yê Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Davîd Beasley ragihand ji bo alîkariya zad bigihe, bi Hûsiyan re li hev kirine. Hate gotin piştî bicihhatina ''peymana prensîban'' wê alîkariya mirovî biçe paytexta Sanayê ya ku bi kontrola Hûsiyan e.   Li Yemenê piştî ku milîsên Hûsî yên bi desteka Îranê, havîna 2014'an serhildan dayî destpêkirin û adara 2015'an paytext Sana bi dest xistin, bi ser de piştî ku Serokkomar Abdrabbo Mansûr Hadî hat revandin, bû şerê navxweyî.   Texmîn ew e ku di şer de, ya bi pêşengiya Siûdî û Koalîsyona Ereb jî di nav de ye, heta niha bi deh hezaran kes mirine. Li gorî hin jêderan kesên ku hatine kuştin di neqebêna 10 hezar û 60 hezarî de ne.