Li dijî Ebolayê rewşa lezgîn hat îlankirin 2019-07-18 10:08:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Kongo ya Demokratîk derdora hezar 700 kesî ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest da û WHO, li dijî Ebolayê 'Rewşa Lezgîn' îlan kir.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî şewba Ebolaya 'rewşa lezgîn' îlan kir. WHO ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye, piştî ku li duyemîn bajarê herî mezin ê Komara Kongo ya Demokratîk li Gomayê mirovek ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, biryareke wiha wergirt. Goma li ser sînorê Rûandayê ye. Meha Hezîranê li Ûgandayê jî du nexweşên bi şewba Ebolayê hatibûn dîtin.   Li Komara Kongo ya Demokratîk ji havîna derbasbûyî û vir ve derdora 1700 kesî ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan. Rewşa lezgîn a global heta niha tenê çar caran ji aliyê WHO'yê ve hatiye ragihandin.