Li Hîndistanê her ku diçê pirsgirêka ava vexwerinê zêde dibe 2019-07-11 10:37:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Chennai ya bi ser eyaleta Tamîl Naduya Hîndîstanê ava vexwarinê bû pirsgirêka herî mezin û welatî ji bo xwe bighînin ava vexwarinê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.    Hîndîstan di dîroka xwe de cara yekem ev qas bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimîne û sala herî bi zuwayî derbas dike. Li Hîndîstanê bi milyonan welatî ji ber pirsgirêka ava vexwerinê pirsgirêk dijîn. Gol û ava di bin erdê ziwa bûn û welatî ji ber neçariyê berê xwe dan tankên avê. Ji ber pirsgirêka avê gelek kargeh û restorant hatin girtin. Her wiha dibe ku ji ber pirsgirêka avê dê li gelek kargehan xwerina nîvro jî bên rakirin.    Bi hezaran welatî li benda hatina tankerên avê dimînin ku ava vexweranê bibin malên xwe, tişta herî girîng ji rêza av girtinê ye. Rêza av girtinê gelek dirêj dibe û her kes neçare li gel zehmetiyan li benda dora xwe bîmine. Her wiha gelek caran di rêza av girtinê de şer derdikeve.