Li Fransayê li dijî kuştina jinan çalakî tê lidarxistin 2019-07-05 12:02:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2017'an de 130, di sala 2018'an de 109 û di 6 mehên îsal de jî 70 jin li Fransayê hatin kuştin. Li dijî qetilkirina jinan dê sibêhê li Parîsê çalakî bê lidarxistin û jin daxwaz dikin ku hikûmet bêhtir tedbîr bigire.    Li Fransayê bi sed hezaran jin dibin qurbanê tundiya mêr, di şeş mehên destpêkê yên salê de 70 jin hatin kuştin.Gelek saziyên jinan rexneyê li dewletê dikin ku tedbîrên pêwîst wernagirin, lewma xwe ji bo xwepêşandaneke protestoyî amade dikin.   Hatibû ragihandin ku di navbera 1'ê çileyê û 30'ê hezîranê de li Fransayê herî kêm 70 jin ji aliyê hevjîn, hevalê xwe yê berê û ji hêla xizmên ve hatibûn kuştin. Koma bi navê 'Em ji bîr nekin' ku zêdeyî 7 hezar endamên xwe hene û gelek saziyên medyayê piştgiriyê dide wê, diyar kir ku di nava sê rojên dawî de du jin hatin kuştin û bi vî rengî hejmar gihîştiye 72 jinan. Komê destnîşan kir ku di sala derbasbûyî de bi giştî 109 jin hatibûn kuştin, di sala 2017'an de 130 jin hatibûn kuştin, kuştina jinan îsal zêdetir bûye.   Li gorî agahiyan yek ji sê parên jinên li Fransayê hatin kuştin ji aliyê hevalê xwe ya jî hevserê xwe yê berê ve hatin kuştin. Li Fransayê di nava şeş mehên destpêkê de 8 mêr ji aliyê jinan ve hatin kuştin û eşkere bû ku herî kêm pênc ji wan ji aliyê jinên ku neçar man xwe biparêzin ve hatin kuştin. Zêdebûna kuştina jinan rê li ber nerazîbûna saziyên civakî yên sivîl vekir. Li qada hunerê jî gelek kesan klîb amade kirin û bal kişandin ser mijarê.   Ji bo şermezarkirina kuştina jinan dê sibêhê li qada Republiqueyê ya li Parîsê çalakiyek bê lidarxistin. Di çalakiyê de wê ji hikûmetê bê xwestin ku hîn bêhtir tedbîran werbigire.