Ji bo Carolayê kampanyaya 'Rizgarkirina jiyanê ne sûc e' hat destpêkirin 2019-07-01 13:11:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Carola Rackete ji ber ku jiyana 53 penaberan rizgar kir li Îtalyayê tê darizandin. Ji bo azadiya Carolayê li ser medyaya civakî bi navê "Rizgarkirina jiyanê ne sûc e" kampanyaya azadiyê hat destpêkirin.     Ajokara keştiya Sea Watch-3 Carola Rackete jiyana 53 penaberan xilaskir. Lê Carola li Îtalyayê hat binçavkirin. Ji bo Carola Racketê di navbera 3 û 10 salan ceza tê xwestin. Li hemberî girtina Carolayê bertek hatin nîşandan û kampanyaya azadiyê hat destpêkirin. Rêxistina Alîkariya Mirovî ya Navendî ya Elmanyayê Sea-Watch’un bertek nîşanî girtina Carolayê da.   Carolaya bi eslê xwe welatiya Elmanyayê ye 12'ê hezîranê de 53 penaberên ku li Deryaya Sprî mayi rizgar kir. Lê ji ber ku tu welatên Ewropayê penaberan qebûl nekirin 17 rojan li behrê li benda destûrê man. Lê ji ber ku rewşa tenduristiya penaberan xirabtir bû Carola keştiya xwe bir bendergeha Lampedûsa Îtalyayê. Carolaya diyar kir ku rewşa tenduristiya penaberan her ku diçû xirabtir dibû û ji ber neçariyê berê xwe dane bendergehê.    Piştî ku Carola li Îtalyayê hat bincavkirin li ser medyaya civakî kampanyaya azadiyê hat destpêkirin. Kampanya bi navê "Rizgarkirina jiyanê ne sûc e" tê bi rêvebirin. Heta niha 50 hezar kesî ji bo azadiya Carolayê îmze dane