Li Wenezûelayê êrîşên li hemberî nûçegihanan zêde bûn 2019-06-28 12:26:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wenezûelayê li hemberî nûçegihanan her ku diçê êrîş zêdetir dibin. Di sala 2018'an de 113 û îsal jî 224 caran li hemberî nûçegîhanan êrîş pek hatin.    Li Wenezûelayê ku rageşiya di navbeyna Serokdewlet Madûro û muxalîfan de didome, tê gotin ku ligel rageşiyê êrîşa li ser nûçegihanan jî zêde dibe. Li Wenezûelayê bi minasebeta ''Roja nûçegîhanan'' SNTP'ê raporek aşkerakir û hîn dane par vekirin û hat diyarkirin ku îsal nûçegîhan 244 caran bi êrîşan re rû bi rû mane.    Di rapora ku danê hatin parvekirin de tê gotin ku di sala 2018'an nûçegîhan 113 caran bi êrîşan re rû bi rû mane. 55 nûçegihan hatin binçavkirin û an jî hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji van nûçegihanan 22 nûçegihan ji bo çapemeniya biyanî dixebitin.     Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Wenezûela di mijara azadiya çapemeniyê de, di nav 180 welatî de di rêza 148'an de cih digire. Li gorî rapora RSF'ê Madûrê li hemberî azadiya çapemeniyê sînoran datîne.